Ekolojîst Ertûgrûl Barka ji bo Heskîfa di bin avê de hatiye hiştin, diyar kir ku bi vî awayî armanca AKP’ê tunekirina bîra çandî ye û got: “Şaristaniyek, ji bo bendavekê hat tunekirin.”
Barka, anî ziman ku ji roja komar hatiye avakirin û heya niha polîtîkayên ji bo tunekirina çand û dîrokê neguherîne û got:
“Li welêt mafê jiyanê yê çand û baweriyan tê binpêkirin.
Tunekirina Heskîfê berdewama vê polîtîkayê ye.”
Barka diyar kir ku li Heskîfê çandekê, dîrokekê, bîrekê tune dikin û anî ziman ” Kokên mirovan ji holê radikin. Bi tunekirina Heskîfê gelek nirxên din jî tune dikin. Haya cîhanê ji zirara li Heskîfê heye, lê hemû jî bêdeng in. ”
Ekolojîst Ertûgrûl Barka eşker kir ku mîrateyeke çandî ya 12 hezar sal, şaristaniyek 12 hezar sal ji bo bendavekê hat tunekirin.