Hêzên Ewlekariya Hundirîn 2 bazirganên madeyên hişber hatin girtin

Hêzên Ewlekariya Hundirîn bi daxuyaniyekê ragihand ku Hêzên wan li bajarê Minbicê du bazirganên madeyên hişber girtin.

Li gorî malpera fermî ya Hêzên Ewlekariya duh şemiyê, Hêzên Têkoşîna li dijî Sûcan li bajarê Minbicê 2 bazirganên madeyên hişber girtin.

Di daxuyaniyê de hate gotin:

“Piştî wergirtina hin agahiyan , hêzên me yên pispor ketin nava tevgerê.

Piştî şopandina liv û tevgera wan kesan, û komkirina delîlan kemînek ji wan re hate danîn û di encamê de herdû bazirgan hatin girtin.”

Li gorî malperê bi her du bazirgana re, 564 hebên Captagonê hatin desteserkirin.

Di lêpirsînê de li xwe mikur hatin ku gelek pere ji vê bazirganiyê qezenc kirine.

Piştî bidawîbûna lêpirsînê, ji Desteya Serdozgeriya Giştî re hatin veguhastin.

Back to top button