MSD`ê di çarçoveya hewldanên lidarxistina Kongreya Hêz û Kesayetên Demokratîk de duh li paytexta Swêdê Stokholm hevdîtina şêwirê yê duyemîn li dar xist. Hevdîtin îro jî berdewam dike.
Gelek hêz, kesayetên demokrat ên sûrî û nûnerên wezaretên karên derve yên Amerîka, Brîtanya û Swîsrayê beşdarî hevdîtinê bûne.
Kongre bi hevkariya navenda Olf Palme ya Navnetewî pêk tê.
Di roja yekemîn a hevdîtinê de, mijarên weke rewşa Sûriyê, pêşeroja Sûriyê, rola hêzên demokrat di dîtina çareseriyekê hatin nîqaşkirin .
Di hevdîtinê de seroka navenda Olf Palme ya Navneteweyî Anna Sondstrom axivî û diyar kir ku ku ev hevdîtin ji bo pêkanîna aramiya li Sûriyê girîng e.
Her wiha Hevseroka Desteya Rêveber a MSD`ê Îlham Ehmed mijara parçebûna li welêt nirxand û got:
“Li hin herêman dîktatorî heye, li hinekan jî faşîzim heye. Her wiha li hinekan jî mîna Bakur û Rojhilatê Sûriyê demokrasî pêk hatiye.”



