“Rûsya piştgiriyê dide diyalogên navbera Kurdan û hikûmeta Şamê”

Li ser zimanê berdevka Wezareta Derve, Rûsya derbarê diyalogên navbera Kurdan û Hikûmeta Şamê piştgiriya xwe nîşan da.

Berdevka Wezareta Derve ya Rûsyayê Maria Zakharova di kongreyeke çapemniyê de behsa rewşa dawî ya Sûriyê kir.

Maria Zakharova teqez kir ku Rûsya derbarê pêşeroja Sûriyê de piştgiriyê dide diyalogên navbera hêzên Kurd û hikûmeta Şamê de.

Zakharova got:

“Kurd beşek nayên parçekirin ji gel û pêkhateyên di Sûriyê de.

Ji bo pêşeroja Sûriyê jî divê gel û pêkhateyên Sûriyê bixwe nexşeya wê diyar bikin.”

Back to top button