Li Brazîlya mezintirîn heykelê Mesîh tê çêkirin

Destên hz Îsa Brazîlyayê himêz dike.
Heykelê xelasker Mesîl li çiyayên Brazîlya bi meznahiya xwe, xwe nîşan dide.

Li ser çiyayê Encantado yê Rio De Janeiro ku li başûrê Brazîlya ye, heykelê hz. Îsa tê çêkirin.

Heykil 43 metre ji erdê bilind e.

Bi 1600 ton blokên betonê tê çêkirin.

Ji aliyê şêniyên Encantado ve bi bihayê 300 hezar euro ku dike (370 hezar dolar) tê çêkirin.

Çêkirina heykil di dawiya vê salê de wê bi dawî bibe.

Bilindahiya heykel 4.8 metreyan ji yê beriya xwe bilindtire.

Avakirina heykelê Mesîh 2019’an ji aliyê Serokê Şaredariya herêmê Adroaldo Conzatti ve hatbû pêşniyar kirin.

Conzatti di Adara 2020’an bi vîrosa Covid-19 jiyana xwe ji dest da.

Lê xewna wî li jora çiyayê Encantadozindî dibe.

Back to top button