Cenazeyê şehîd Şervan Şindo li bajarê Qamişlo hat oxirkirin

Şêniyên bajarê Qamişlo cenazeyê şervanê Erka Xweparastinê Şervan Şindo oxir kir, her wiha merasîmên xiyabî ji 2 şehîdên din re li dar xist.

Şervanê Erka Xweparastinê Şervan Şindo 23’ê Nîsanê di encama bersivdayîna êrişên çekdarên Dîfaa El-Wetenî yên li ser taxa Tey şehîd bû.

Ji bo oxirkirina cenazyê Şehîd Şervan bi sedan şêniyên bajarê Qamişlo berê xwe dan goristana Ş. Delîl Sarûxan.

Her wiha ji bo şervanê Erka Xweparastinê Ciwan Remê yê 15’ê Nîsanê dema erka xwe bicih dianîn, şehîd bibû û Ehmed El-Hesen ê sala 2016’an li bajarê Efrînê şehîd bûbû merasîma xiyabî hate lidarxistin.

Piştî rêzgirtinê, di merasîmê de Endama Meclisa Malbatên Şehîdan Necah Silêman axivî, sersaxî ji malbatên her 3 şehîdan re xwes û got armanca çekdarên Dîfaa El-Wetenî têkbirina aramî û ewlehiya herêmê ye.

Hevserokê Desteya Hundirîn a Herêma Cizîrê Kenan Berekat jî sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest û diyar kir ku di nava çend rojên dawîn de Hêzên Asayîşê berxwedaniyeke lehengî li dijî çeteyên Dîfa El-Wetenî raber dikin.

Li ser kesayeta Ş. Şervan, şervanê Erka Xweparastinê Metîn Qamişlo got, şehîd Şervan xwedî vîn û îsrar bû, dixwest herêmê ji çeteyên Dîfaa El-Wetenî rizgar bike, cihê Ş. Şervan lê şer kir ji aliyê rêhevalên wî ve hate rizgarkirin.

Dawiya merasîmê nasnameyên her 3 şehîdan hatin xwendin û radestî malbatên wan hatin kirin.

Paşê cenazeyê şehîd Şervan di nava dirûşmeyan de hate veşartin.

Back to top button