Endama rêveberiya Platforma Ekolojiyê ya Jinan Rîhan Temo diyar kir ku divê jin hîn zêde ji bo azadiya Rêber Apo têbikoşin.
Platforma Ekolojiyê ya Jinan 6’ê Kanûnê di çarçoveya piştgiriya pêngava navneteweyî ya ji bo azadiya Rêber Apo de, gelek çalakî dan destpêkirin.
Di derbarê vê pengavê de Rîhan Temo axivî û got:
“Berê hevdîtin her çarşem bi Rêber Apo re dihatin kirin.
Ji ber wê me ev roj ji bo lidarxistina çalakiyên xwe hilbijart.”
Her wiha Rîhan Temo destnîşan kir ku projeya neteweya demokratîk a Rêber Apo li dijî desthilatêye, ji bo jinê ye, divê jin ji bo azadiya wî hîn zêde têbikoşin.



