Navenda Ragihandinê ya Asayîşa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi daxuyaniyekê ragihand ku mîqdareke mezin ji madeyên hişbir û 22 bazirganên wê hatine girtin.
Navendê di daxuyaniya xwe de ev agahî da:
“Di çend rojên derbasbûyî de hêzên me yên li dijî madeyên hişbirê li bajarên Hesekê û Qamişloyê gelek serdegirtin dijî veşartgehên firoşgehên madeyên hişbir pêk anîn.
Di encamê de 22 kes ku 2 jin jî di nav de yên ku di firotin û belavkirina van madeyan de dixebitîn binçav kirin.
Her wiha ev made di destê wan de hat desteser kirin:
129.117 hebên kaptagon
148 hebên hişbir ên curbicur
862,9 gram heşîş
621 gram tovê heşîşê “Gembes”
1 gram krîstal “H-Bûz”.
2 Pakêtên cixarê bi madeyên hişbir hatine dagirtin
17 Qalûnên kişandina hişbirê
3 Çekên spî (kêr û alavên tûj)
27 Telefonên destan
2,888,500 lîreyên sûrî
2 mizîn (alava pîvanê”
Di dawî de Rêveberiya giştî ya dijî madeyên hişbirê bang li hemwelatiyan kir ku ji bo parastina û ewlekariyê û slametiya xwe bazirgan û firoşkarên madeyên hişbirê ji wan re ragihînin.