QSD’ê li Reqayê bazirganekî madeyên hişbir girt

QSD′ê ragihand ku li kantona Reqayê bazirganekî madeyên hişbir hatiye girtin û miqdareke narkotîk pêre hat girtin.

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) derbarê operasyonê de ev agahî parve kirin :

“12′ê Mijdarê Hêzên Dîsîplîna Leşkerî ya girêdayê hêzên me li bajarê Reqayê operasyonek pêk anî .

Operasyon li dijî belavkar û bazirganekî madeyên narkotîk pêk hat .

Hêzan li bajar girte ser malekî ku wekî navenda bazirganiya hişbirê dihat bikaranîn.

Hêzên operasyonê kesê ku ev made belav dikirin, girt û bi qasî 120 kg heşîş desteser kir.”

Beriya du rojan jî Hêzên Asayîşê tankereke sotemeniyê ku dixwestin madeyên narkotîk derbasî Qamişloyê bike girt.

Back to top button