“Li dijî xiyaneta PDK’ê bibin mertal”

Hevkariya PDK bi dewleta Tirk re li Rojavayê Kurdistanê û Şengalê rastî bertekan tê.
Meclisa Navçeya Girkê Legê ya Qamişlo bi daxuyaniyekê xiyaneta PDK′ê li dijî doza Kurdan şermezar kir.

Meclisê di daxuyaniyê de wiha got:

“Dîroka PDK’ê ji dema damezrandin bi xiyaneta hatiye avakirin.

PDK’ê ji demên bûrî de bi îstixbarata dewleta Tirk re tevgera Kurdî ya li Bakurê Kurdistanê tesfiye kir; Dr. Şivan û Sedî Alcî qetil kirin.

Li Başûrê Kurdistanê jî PDK′ê şerê YNK′ê bi dirêjahiya çend salan kir.”

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku PDK’ê hertim di her warî di bi dijminê Kurdan re tevgeriyaye.

Meclisê bang li tevahî tevger û partiyên kurdistanî kir ku ji lîstikên PDK’ê yên dikevin xizmeta dijminên gelê Kurd bibin mertal.

Xelkê Şengalê: Em ê li dij êriş û îxanetê têkoşînê bilind bikin

Êzidiyên Şengalê jî li dijî êrîşên dewleta Tirk a dagirker û hevkariya PDK’ê nerazîbûnên xwe anîn ziman.

Kesên ku axivîn diyar kirin ku ew ê ti carî serî li ber êrîşên dagirkeriyê netewînin û gotin:

“Em ê li dijî êrîşan têbikoşin û rêxistina xwe berfirehtir bikin.”

Back to top button