Wezareta Hindirîn a Efxanistan: Serokê îstîxbarata Talîban hate kuştin

Wezareta Hindirîn a Efxanistan ragihand ku serokê Îstixbareta Talîbanê li rojhilatê wîlayeta Logar ji aliyê hêzê wan ve hatiye kuştin.

Wezaretê têkildarî mijarê daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de, hate diyar kirin ku hêzên taybet yê polîsên Efxan, doh bi şev li wîlayeta Loga oparasyonek taybet lidar xist.

Di encamê de, serokê Îstixbareta Talîban hate kuştin û 2 endamên wan jî hatin girtin.

Li Efxanistanê di navbera Talîban û hêzên ewlehiyê yên Efxan de şer didome.

Back to top button