Çeteyan 3 sivîl ji bajarokê Eyîn El’Arûs yê Girê Spî revandin-HAT NÛKIRIN

Dewleta Tirk a dagirker heman sûc û kiryarên ku Efrînê dike li herêmên din yên dagirkirî jî pêk tîne.
Dagirkeran ji gundê Eyn El-Arûs yê Girê Spî sê kesên sivîl revandin.
Di çarçoveya tirkkirina herêmê de jî zêdetirî 1200 mamoste bi zimanê Tirkî hatin perwerdekirin.
Her wiha hat diyar kirin Efxaniyên ku koçî Tirkiyê dikin li Girê Spî li şûna malbatên hatine koçber kirin tên bi cih kirin.

Sûc û hovîtiya dewleta Tirk û çeteyên wê yên li herêmên dagirkirî bê navber dewam dikin.

Ajansa nûçeyan a ANHA’yê ragihand ku çeteyên “Cebhet El-Şamiyê” ya girêdayî dewleta Tirk li gundê Eyn El-Arûs ê girêdayî Girê Spî ji malbatekê 3 sivîl revandin.

Hat diyar kirin navên kesên hatine revandin Sedam Îbrahîm El-Kero الكرو û birayê wî Xalid El Kero her weha pismamê wan Quteybe Îsamîl El-Kero ne.

Dewleta Tirk malbatên Efxanê li Girê Spî bi cih dike

Di çarçovaeya guhartina demografiya herêmên dagirkirî jî dewleta Tirk malbatên Efganî li Girê Spî bi cih dike.

Li gorî nûçeya ANHA’yê, ev malbatan bi rêya basan di dergehên ne fermî ku dewleta Tirk bi Girê Spî ve girê dide, derbasî herêmê hatin kirin.

Hat gotin ev malbatên Efganî li malên sivîlên ku bi darê zorê hatin koçberkirin tên bi cih kirin.

Hat ragihadin ku dagirkeriya Tirk malên sivîlan ên Girê Spî amade dike, da ku malbatên din ên ji Efganistanê tîne, têde bicih bike.

1200 mamostayên herêmên dagirkirî bi zimanê Tirkî hatin perwerdekirin

Li aliyekî din dewleta Tirk bilez siyaseta tirkkirina herêmên dagirkirî pêk tîne.

Ji bo ferzkirina zimanê Tirkî, mamosteyên herêmên dagirkirî bi zimanê Tirkî tên perwerdekirin

Ajansa ANHA’yê, ragihand ku di dibistana Ehmed Yasîn a li bajarê GirêSpî de zêdeyî hezar mamoste perwerdeya zimanê Tirkî girtin.

Ev dibistan bi serpireştiya dewleta Trik û destekdayîna dewleta Bakistanê hatiye vekirin.

Li zanîngeha Dîlokê yê dewleta Tirk jî, 220 mamoste yên ji bajarê Cerablusê yê dagirkirî hatin perwerdekirin.

Li gorî Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn, ew mamoste bi zimanê Tirkî perwerdeya xwe standin.

Back to top button