HPG: Li Avaşînê 2 leşkerên dagirker yên Tirk hatin kuştin

Artêşa Tirk ya dagirker ku bê navber êrîşî başûrê Kurdistanê dike ji ber derbên Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê rojane windahiyên mezin dide.
HPG’ê diyar kir li herêma Avaşînê di encama çalakiya gerîlayan de 2 leşkerên Tirk yên dagirker hatin kuştin.
HPG’ê da zanîn artêşa Tirk a dagirker li qada Girê Sor ya Avaşînê gaza kîmyewî bi kar anî.

Gerîlayên HPG’ê bi çalakiyên bi bandor bersiva êrîşên dewleta Tirk a dagirker yên li ser başûrê Kurdistanê didin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê li ser êrîşên dagirkeran û çalakiyên gerîla daxuyaniyeke nivîskî weşand.

HPG’ê diyar kir di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê de li leşkerên Tirk yên dagirker hate xistin û ev agahî parve kir;

“11’ê Tîrmehê li qada Werxelê ya herêma Avaşînê hêzên me bi çekên ferdî li dagirkerên ku xwestin ber bi tunelên şer ve bên, xistin. Li vê derê 2 dagirker hatin cezakirin.
Heman rojê artêşa Tirk a dagirker bi teqemeniyan êriş birin ser tunelên şer ên li Girê Sor û gaza kîmyewî bi kar anî.”

HPG’ê da zanîn di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Cenga Xabûrê de jî gerîla li herêma Heftanînê jî li leşkerên Tirk yên dagirker xistin.

Hat diyar kirin 11’ê Tîrmehê li qada Xantûrê gerîla li kozikên dagirkeran ên li ser Girê Şehîd Berxwedan xistin û hejmara dagirkerên hatin kuştin û yên birîndar bûn nehate zelalkirin.

HPG’ê diyar kir 11’ê Tîrmehê derdora gundên Derarê, Hirorê, Êdînê, Deşîşa, Serarû û Kela Qumriyê yên bi ser Amediyê, Deşta Kafya a herêma Garê, û qadên Kurojehro û Kunîşka yên herêma Zapê bi balafirên şer û helîkopteran hatin bomebaran kirin.

Hat diyar kirin ji ber van êrîşan tiştek bi hêzên gerîla nehatiye.

Li aliyê din Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê diyar kir gerîlayê wan Emrah Yildizer bi nasnav Dewran Gilîdax 4’ê Nîsana 2021 di encama bombebaranê de li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bûye.

HPG’ê sersaxî ji malbata gerîlayê şehîd û gelê Kurdistanê re xwest û soza pêkanîna armancên şehîdan da.

Back to top button