Li navçeya Raco sivîlek hat revandin û jineke 75 salî hat êşkencekirin

Li Efrîna dagirkirî, sûc û hovîtiya dewleta Tirk û çeteyên wê bê navber dewam dike,
Dagirkeran li navçeya Raco sivîlek revandin û jinek 74 salî jî êşkence kir. Li navçeya Mabata jî dagirkeran bi gefa kuştinê malbatek ji mala wî derxistin û destserkirin.

Hovîtiya dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li dijî Efrîniyan har diçe zêde dibin.Ajansa nûçeya ya ANHA’yê ragihand ku Çeteyên koma “Cebha El-Şamiya” yên dewleta Tirk sivîlek ji gundê Eltaniya yê navçeya Raco revandin.

3’yê vê mehê, çeteyan kesê bi navê Kemal Mihemed Cafer revandin, heya niha jî çarenûsa wî ne diyar e.

Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirovan jî diyar ku çeteyên Feyleq El-Şam bi tundî êrîşî jineke 74 salî li gundê Gewanda ya Navçeya Raco kir.

4ê Tîrmeha borî, ji ber jina temenmezin baca bi navê ” Parastinê” neda, çeteyan bi giranî êşkence kir û gotinên xirab û nîjadperest jê re kirin.

Li ser şêniyên gundê Kokanê 500 lîreyê Tirk bac hat ferzkirin

Li gundê Kokanê yê navçeya Mabata jî, ji bo heman baca ya bi navê ” parastinê ” çeteyan 500 Lîreyê Tirk bac li ser şêniyan ferz kirin.

Li gorî Çavdêriya Sûrî, ev bac ji bilî bacên salane li ser çinîna zeytûnan tên ferzkirin ku çete ji sedî 20 ji mewsimê distînin.

Li Mabata di bin gefa kuştinê de malbatek ji mala xwe hat derxistin

6’ê vê mehê, çeteyan bi zora çekan û gefa kuştinê şêniyê bi navê Hikmet Warda û malbata wî yên gundê Qucîma yê Mabata ji malê derxistin.

Bi bihaneya ku kurekî wê malbatê li Şehba kocber bûye, çeteyan ew malbat ji malê derxist û mal bi hemû alavên têde, destser kirin.

Li şera cihekî olî hat wêran kirin û dareke temenê wê 300 sal hat birîn

Li aliyekî din, çeteyan ji bo dizîna şûnwaran ziyareta Ebidilqadêr yê li gundê Qurtqilaqê yê navçeya Şera wêran kirin.

Tora Çalakvanên Efrînê diyar kir ku çeteyan li derdora ziyaretê dara berû ya ku temênê wê zêdeyî 300 sal in, birîn.

Li navçeya Bilbilê 75 darên zeytûnê hatin birîn

Her weha ji bo bazarganiya êzingan çeteyan 75 darên zeytûnê yên şêniyê bi navê Ramedan Mihemed ê ji gundê Qurnê yê Bilbilê birîn.

Back to top button