Li dijî êrîşên dagirkeriyê yên li ser Kurdistanê û herêmê bi pêşengiya Federasyona Gaziyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê meşek hate lidarxistin.
Yekitiya Jinên Ciwan û Tevgera Ciwanên Şoreşger a Minbicê jî bi heman armancê meşiyan.
Sûc û hovîteya dagirkeriya Tirk li ser herêmê dewam dikin, bertek û nerazîbûnên gel jî beramberî vê yekê zêde dibin.
Îro li bajarê Qamişlo, Federasyona Gaziyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê meşek li dar xist û tê de êrşên dagirkeriya Tirk li ser herêmê şermezar kir.
Li Minbicê li dijî sûcên dagirkeriya Tirk li herêmê meşek hate lidarxistin
Li Minbicê jî , Yekitiya Jinên Ciwan û Tevgera Ciwanên Şoreşger a Minbicê li dijî sûcên ku dewleta Tirk pêk tîne û bi taybet li dijî jinan bi dirûşmeya “Bibin yek, tolê rakin û dagirkeran têk bibin” meşek li dar xist.
Bi sedan şêniyên bajêr endamên sazî û komîteyên Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbicê û gundewarên wê beşdarî meşê bûn.
Meş li çerxerêya Meseb veguherî mitîngê.
Di mitîngê de daxuyaniyek hate dayîn û tê de hate piştrastkirin ku para mezin ji van siyaset û planên qirêj a jinan bû, her wiha hate diyarkirin ku armanca dagirkeriyê ku îradeya gelên herêmê têk bibin û aramî û ewlehiya herêmê xirab bikin.
Di dawiya daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku jinan hêz û îradeya xwe ji fikr û felsefeya rêber Ocalan girtiye ku ew kilîta çareseriya dozên Rojhilata Navîn û tevahî cîhanê ye.