Îro careke din artêşa Tirk û çeteyên wê gundê Mişêrfe yê girêdayî Eyn Îsayê topbaran dikin.
Dewleta Tirk a dagirker êrîşên xwe li dijî herêmên bakur û rojhilatê Sûrî dewam dike.
Îro artêşa Tirk a dagirker û çeteyên girêdayî wê gundê Mişêrfe yê girêdayî Eyn Îsa topbaran kir.
Têkildarî ziyanên ku ji ber topbaranê çêbûyîn agahiyên zelal ne hatin bidestxistin.
Gundê Mişêrfê 2 km li rojhilatê bajarê Eyn Îsa ye.
Çeteyên dewleta tirk a dagirker rojane gundên bakurê Til Temirê topbaran dikin û xaniyê şêniyên li herêmên ku çeteyan dagirkirine jî xera dikin.