Mezlûm Ebdî: Mijara leşkerî berê hatiye nîqaşkirin

Fermandarê Giştî yê QSD’ê Mezlûm Ebdî yekkirina rêza Kurdî wekî mijareke stratejî ji bo pêşeroja gelê Kurd bi nav kir û bang li ENKS û PYNK’ê kir ku li diyalogan vegerin. Ebdî her wiha teqez kir ku mijara Pêşmergeyan berê hatiye diyarkirin û wê li gorî Peymana Dihokê were çareserkirin.

Mezlûm Ebdî destnîşan kir ku mijara pêşmerge berê hatiye diyarkirin û divê li gorî peymana Dihokê were çareserkirin.

Li gorî benda peymana Dihokê ya ku 16 Hezîrana 2020’an di navbera PYNK û ENKS’ê de hat îmzekirin, nabe zêdetirî hêzeke leşkerî li Rojava hebe.

Bi gotineke din, divê tenê yek hêz û li jêr serperşitiya Rêveberiya Xweser be.

Mezlûm Ebdî Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk der barê danûstandina navbera PYNK û ENKS’ê de, ji ajansa nûçeyan ANHA’yê re axivî û diyar kir ku ew hîna bi helwesta xwe ya piştevaniya danûstandinan ve girêdayî ne.

Ebdî banga dewamkirina danûstandinan li her du aliyan kir

Ebdî yekkirina rêza Kurdî wekî mijareke stratejîk ji bo pêşeroja gelê Kurd bi nav kir û bang li li ENKS û PYNK’ê kir ku li diyalogan vegerin.

Fermandarê Giştî yê QSD’ê got:

“Ji bo pêkanîna hêvî û daxwazên gelê Kurd û gelên Sûriyê bi giştî, li ser esasê lihevkirin, hezkirin û girtina berjewendiyên giştî di ser berjewendiyên partiyetî yên teng re, em bang li birayên xwe yên di PYNK û ENSK’ê de dikin ku bi rihê berpirsyartiyê tev bigerin, li masya diyalogan vegerin da ku nîqaşên li ser xalên binakok rû bi rû û ne, bi rêya ragihandinê bikin.”

Di nava van danûstandinan de, her du aliyan warê leşkerî jî girtibûn dest, Ebdî teqez kir ku nîqaşkirina vê mijarê ji mêj de bi dawî bûye û çareseriya wê jî dê di çarçoveya peymana Dihokê de be.

Ebdî: Diyaloga Kurdî beşekî pêvajoya berfireh a Sûriyê ye

Mezlûm Ebdî teqez kir ku ev danûstandin beşekî pêvajoya giştî ya diyaloga Sûrî-Sûrî ne û nikarin wan ji hev cuda bikin.

Fermandarê Giştî yê QSD’ê dibêje jî em hîna bi hemû enerjiya xwe kar dikin da ku vê pêvajoya zehmet û giran bi ser bixin.

Back to top button