Corona..Her roj metirsî li girtîgehên hikumeta Şamê zêdetri dibin

Rojnameya Amerîkî Washington Post bal kişande ser mijarê û teqez kir ku eger vîrûs li girtîgehên hikumeta Şamê belav bibe wê mîna bombeyeke ku hemû herêmên Sûriyê bide ber xwe be.

 

Washington post bal kişand ser rewşa girtîgehên hikumeta Şamê

Bangên navdewletî yên ji bo berdana hikumeta Şamê ji girtiyên li gel xwe zêdetir dibin.

Ew jî ji ber metirsiya belavbûna vîûrsa Coronayê li nav girtiyan.

Rojnameya Amerîkî The Washington Post bi gotarekê bal kişande ser mijarê û belavbûna vîrûsê li girtîgehên hikumeta Şamê bi bombeyekê bi nav kir.

Washington post: Bila kes li hêviya celadê xwe nemîne ku tenduristiya wî biparêze

Rojnameyê li ser zimanê hin girtiyên di girtîgehên hikumeta Şamê de wiha got:

Divê kes li hêviya celadê xwe nemîne ku tenduristiya wî biparêze.

Girtiyê ku ji rojnameyê re axivî, bang li hikumeta Şamê kir ku ew jî mîna gelek welatan, wek rêkar, girtiyên li gel xwe berde, beriya ku ev vîrûs girtî û artêşa hikumeta Şamê bide ber xwe.

Rojnameya The Washington Post îşaret bi wê yekê jî kir ku binesaziya tenduristiyê li tevahiya Sûriyê têk çûye, bi taybet li girtîgehên hikumeta Şamê, lewre ev yek cihê metirsiyê ye.

Beriya niha NY jî bang li hikumeta Şamê kiribû ku ji bo rêgirtina li ber vîrûsa Coronayê girtiyên li gel xwe berde.

Meclisa Sûriya Demokratîk MSD jî yekser piştgriya xwe bi banga NY re nîşan da û komîteyek derbarê mijarê de ava kir.

MSD’ê bang li hemû aliyan li Sûriyê kir ku girtî û revandiyan berdin û rê bidin Xaça Sor ku bighêje navendên girtiyan.

Back to top button