Myanmar..Bi hinceta nelirêtiyê di hilbijartinê de artêşê dest bi lêpirsînê kir

Myanmar ya ku darbeya leşkerî lê pêk hatî û bi darbeyê tê rêvebirin, bi îdiaya ku di hilbijartina Mijdara 2020’an de nelirêtî pêk hatiye, derbarê hilbijartina parlementoyê de dest bi lêpirsînê kir.

Li gorî nûçeya di rojnameya “Global New Light of Myanmar” ya dewletê de hatî weşandin, Serfermandar Min Ang Hlaing ji wezîrên hatin erkdarkirin re civîna yekem pêk anî.

Hlaing di civînê de ferman daye wezîrên tayînkirî û ji wan xwestiye ku li ser îdiayên ku di hilbijartinê de hîle pêk hatiye lêkolînê bikin.

Her wiha hate gotin, wê ji bo xebateke bêalî û cihê baweriyê Komisyonek Hilbijartinê ya Yekgirtî were avakirin.

Ev komisyon wê encama rast ya hilbijartinê zelal bike.

Artêşa Myanmar: 400 kesên hatîn binçavkirin hatine berdan

Her wiha piştî darbeya leşkerî ya li welat bi sedan rêveberên partiya Yekîtiya Demokratîk a Neteweyî (NLD) ya li Myanmarê deshilat hatibûn binçavkirin.

Artêşê ragihand ku wan parlementer û Senato jî di nav de 400 kes serbest berdane.

Back to top button