Navalny hat girtin li Rûsya xwepêşandan geş bûn

Li Rûsya, alîgirên serokê muxalîf Aleksey Navalny, serokê welat Putîn tengav kiriye.
Piştî dadgeha welat 3,5 cezayê girtina Navalny erê kir, li welat muxalîf daketin qadan.
Tenê şevê din zêdeyî 600 kes hatin binçavkirin.
Li kolanan tundiyek zêde ya polîsan hebû.
Di nava 10 rojên dawî de li Rûsya yê, zêdeyî 10 hezar xwepêşandêr hatin binçavkirin.

Ji 17’ê Çileyê ve rewşa li Rûsya eve.

Piştî vegera serokê mixalîfan Aleksey Navalny yê li Almanya dihat dermankirin vegeriya Rûsya li paytextê hate binçavkirin.

Bi binçavkirinê re mixalîfan li dijî deshilata serokê welat Vladimir Putîn dest bi xwepêşandanan kir.

Do dadgeha welat cezayê beriya niha ku 3,5 ji bo Navalny hatibû dayî erê kir.

Ev ceza bi şertê Navalny wê ji welat dernekeve û ger derbikeve jî divê agahiya wan jê hebe di 2014’an hatibû rawestandin.

Bi erêkirina cezayê girtina Navalny re li paytext Moskova û bajarên din mixalîf daketin qadan.

Polîsan li dijî xwepêşandêran tundiyek zêde bikar anî.

Ji bo xwepêşandêr ji hev werin belavkirin polîsan dest bi binçavkirinê kir.

Dadgehê biryara girtina navalny da, muxalif daketin qadan

Navenda qanunê di daxuyaniya ku dayî de ragihand ku zêdeyî 600 xwepêşandêr hatine binçavkirin.

Alîgirên Navalny li ser torên civakî banga daketina qadan dikin.

Di nava 10 rojan de 10 hezar xwepêşandêr hatine binçavkirin

Saziya civaka sivîl a bi navê OVD-Înfo ya ku çalakiyên protestoyê dişopîne, mialemeya xerab a li ser kesên hatine destgîrkirin şermezar kir.

Li Rûsyayê alîgirên Navalnî di 23’ê Çileyê de çalakiyên protestoyê dabûn destpêkirin.

Hate diyarkirin heta niha ji 10 hezarî zêdetir kes hatine destgîrkirin.

Back to top button