Berdevka Meclisa Jinan a Minbicê Îbtîsam Ebdulqadir diyar kir ku dewleta Tirk bi rêya şaneyên veşartî, hewl dide çeteyên DAIŞ’ê careke din li herêmê vejîne û bixe nava tevgerê.
Îbtisam diyar kir li hember hewldanên tevliheviyê û planên xirab pêwîstî bi piştgirî û hevgirtinê heye.
Berdevka Meclisa Jinan a Minbicê Îbtîsam Ebdulqadir der barê sûcên dewleta Tirk a dagirker yên li dijî jinan de, axivî.
Îbtîsam destnîşan kir ku sûcên li dijî jinan, sûcên li dijî mirovahiyê ne û ev tişt got:
Armanc ji sûcan, ew e ku ewlehî û aramiya li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, têk bibin.
Şehîdkirina her du endamên rêveber Seida El-Hermas û Hind El-Xidêr, ji bo şikandina vîna jinan azad û têkoşer bû.
Li aliyekî din jî ji bo lawazkirina berxwedana wê bû.
Îbtîsam destnîşan kir ku herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi saya berxwedan û têkoşîna jinên ji Minbic, Reqa, Tebqa û Dêra Zorê hatin rizgarkirin û wiha domand:
“Çeteyên DAIŞ û dewleta Tirk dixwazin tirsê bixin dilê jinan, da ku rola xwe nelîzin û dengê wan qut bikin.
Lê nizanin ku jin di berxwedanê de berdewam in.”
Îbtîsam diyar kir ku Li herêmên Ereb û di nava civaka eşîrtî de, hebûna jinên karker di nava Rêveberiya Xweser de, dengvedanek çêkir û bû nemûneyek li tevahî dewletên cîhanê
Berdevka Meclisa Jinan a Minbicê Îbtîsam Ebdulqadir, bang li tevahî jinên li Sûriyê kir ku li hember aliyên derve yên ku hewl didin dengê jina azad qut bikin hevgirtî bin.



