NPG: Dilşêr fermandarekî leheng ê Apocî û mînakekî mîlîtanî bû

Fermandariya Biryargeha Navenda Parastina Gel têkildarî şehadeta fermandarê gerîlla Dilşêr Herekol daxuyaniyek weşand.
NPG’ê destnîşan kir ku Dilşêr fermandareî legeng yê Apocî bû û mohra xwe danî binê gelek serketinên mezin û got, “heta ku Derwêş, Egîd û Dilşêr hebin têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd wê timî dewam bike.”

Fermandariya Biryargeha Navenda Parastina Gel (NPG) bi daxuyaniyekê ragihand ku fermandarê gerîlla Huseyîn Acar (Dilşêr Herekol) ku yek ji fermandarên hêzên berxwedana Şengalê ye, di 19’ê Cotmeha 2020’î li çiyayê Amanosê di encama şerekî bi artêşa Tirk a dagirker re şehîd bûye.

Fermandariya NPG’ê ji Malbata fermandar Dilşêr, gelê Botanê û gelê Êzidî yê Şengalê re sersaxî xwest.

NPG’ê diyar kir ku gerîlla Dilşêr li Dihê ya ku Pêngava 15’ê Tebaxê a dîrokî destpêkiriye, li nava malbateke welatparêz û bi çanda welatparêziya xurt a xelkê Botanê mezin bû, bi temenekî ciwan tevlî nava refên gerîla bû û dest bi têkoşîna şoreşê kir.

Fermandariya NPG’ê destnîşan kir ku gerîlla Dilşêr li gelek qadan di kar û xebatan de pêşengî kir û gelek ked da.

Fermandariyê da zanîn dema ku çeteyên DAIŞ’ê sala 2014’an êrîş birin ser Şengalê, PKK’ê biryara destwerdana li rewşê da û wiha dewam kir,

“Lewma komeke gerîla ya ji 12 hevrêyên me şand Şengalê. Derwêşên Hemdem ên gelê Kurd mîna 12 Siwariyan ji çiyayên Kurdistanê xwe berdan deşta Mûsilê û xwe gihandin gelê me yê li Şengalê. Ev meşa dîrokî ji bo gelê me û tevgera me bû serbilindî, pêşî li qirkirineke mezin girt û rûmeta gelê me rizgar kir. Yê ku ev meşa dîrokî da destpêkirin, yê ku fermandarî ji 12 Derwêşên Hemdem re kir hevrêyê me Dilşêr Herekol bû.”

NPG’ê diyar kir ku Fermandar Dilşêr li çiyayên Şengalê bi sedan Derwêş û Edûlê yên Hemdem bi rêxistin kir û hîmê destpêkê yê Yekîneyên Berxwedana Şengalê (YBŞ) danî.

“YBŞ a ku di nava berxwedanê de ava bû veguherî yekane hêza xweparastinê ya gelê me yê Êzidî. Gelek ciwanên Êzidî ketin bin bandora fermandar hevrê Dilşêr û biryar dan ku tevlî têkoşînê bibin. Navê Dilşêr li gelek zarokên li Şengalê ji dayik bûn hate kirin.”

NPG’ê destnîşan kir ku Dilşêr fermandarekî legeng yê Apocî bû, mohra xwe danî binê gelek serketinên mezin û bi 23 salên xwe yên bênavber ên têkoşînê mînakekî milîtanî bû.

Fermandariya NPG’ê di dawiyê de diyar kir, heta ku Derwêş, Egîd û Dilşêr hebin têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd wê timî dewam bike û agirê azadiyê wê li çiyayên Kurdistanê her tim geş bibe.

Back to top button