Şanaz Ibrahîm: Iraq û Başûrê Kurdistanê, li dijî êrîşan daxuyaniyek jî nedan

Endama Desteya Rêveberiya buroya Yekîtiya Nîştimaniya Kurdistanê (YNK) Şanaz Îbrahîm Ehmed, desthilata Iraq û başûrê Kurdistanê rexne kir û diyar kir ku li hemberî êrîş û dagirkeriyê serweriya xwe ji dest dane. 

Şanaz îşaret bi bombebarana dewleta Tirk li gundê Şênê yê herêma Pişder de ku ziyan gihîşt malên welatiyan kir.

Şanaz Îbrahîm diyar kir ku desthilata Iraqê û başûrê Kurdistanê weke temaşeker mêzeyî van bûyerên metirsîdar dike û heta bi daxuyaniyekê jî van binpêkirina şermezar nake.

Şanaz got:

Her bombebaranekê hejmara tewan û tewanbaran zêde dike û ruhê nîştiman-perwerî û azadîxwaziyê jî zêde dike.

Ez bi tundî êrîşa li ser gundê Şênê şermezar dikim û daxwazê ji hêz û aliyên siyasî dikim ku zextê li ser dewleta Tirk dirûst bike, heta ku êdî êrişên wê dubare nebe.

 

Back to top button