Kongra Star li herêma Efrînê Ji bo darizandina Erdogan dest bi pêngava komkirina îmzeyan kir

Kongra Star a herêma Efrînê ji bo darizandina serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan, li ser kirinên xwe yên li dijî jinên li Efrîna dagirkirî, pêngava komkirina îmzeyan dest pê kir.

Kongra Star a herêma Efrînê li kantona Şehbayê, dest bi pêngava komkkirina îmzeyan kir.

Pêngav wê li hemû navçe û gundên kantona Şehbayê were birêvebirin û dê kesên di jorî 18 salan îmzeyên xwe bidin.

Li gorî plana kongara Star wê ev îmze ji bo NY’î û rêxistinên têkildarî parastina mafên jinan bên şandin.

Back to top button