Kongra Gel: Divê em li dijî tecrîdê bi rihê seferberî têbikoşin

Dîwana Hevserokatiyê ya KONGRA GEL, bi boneya salvegera 22’an a komploya navneteweyî ya 15’ê Sibatê a li dijî Rêber Ocalan daxuyaniyek weşand û got: “azadiya Rêber Apo, azadiya gelên Kurdistan û Rojhilata Navîn e.
Kongra bang li herkesî kir ku beşdarî çalakiyên protestokirina kompoya navnetewî bibin.
Li başûrê Kurdistanê jî li dijî tecrîdê ji bo NY pêngava name şandinê hate destpêkirin

Li seranserê Kurdistan û Ewrupayê gelê Kurd û dostên xwe ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan li ser piyane.

Dîwana Hevserokatiyê ya KONGRA GEL, ji ber salvegera 22’an a komploya navneteweyî ya 15’ê Sibatê a li dijî Rêber Abdullah Ocalan, daxuyaniyek weşand.

Kongra Gel hemû şehîdên ‘Hûn nikarin roja me tarî bikin’, yên ku li dora Rêber Apo bûn xelekek ji agir bibîranî û got:

“Di destpêka komployê de gel û tevgera me, bi taybetî ya hevalên fedayî li dora Rêber Apo bûn mertalek ji agir, Rêberê xwe parastin û komploya bêbext pûç kirin.

Rêber Apo jî bi berxwedana xwe, konsepta komployê pûç kir û bi ‘Paradigmaya Azadiyê’ jî tekoşîna xwe li hemû cîhanê belav kir.”

Kongra Gel diyar kir ku eger gelên Kurdistanê û dostên me xwe rast rêxistin bikin û bi ruhê serketine seferber bibin, e ê faşîzmê têk bibin, azadiya Rêber Apo û ya gel bi dest bixin.

Kongreyê bang li hemû kurdan kirin ku bi xurtî tevlî çalkiyên li dijî tecrîdê bibin û sala 23’an têxin sala azadiya fîzîkî ya Rêber Apo

Li Başûrê Kurdistanê pêngava name şandinê hate destpêkirin

Her wiha Komîteya Azadî ji bo Ocalan li Başûrê Kurdistanê bi daxuyaniyek tecrîda li ser Rêber Apo şermezar kir û pêngavenek Name şandina ji bo Rêber Ocalan da destpêkirin

Komîteya Azadî li Suleymaniyê kampanyayê da destpêkirin û diyar kir ku dewleta Tirk bi salane dixwaze gel û Rêber Apo ji hev qut bike lê wê bi ser nekeve.

Komîteya Azadiyê got:

“Emê di nameyên xwe de hest, soz, fikir, raman, girêdana bi berxwedana Rêber Ocalan ya li zindanê dide meşandin re, bînin ziman.

Her kes dikare tevlî pêngavê bibe, hun dikarin nameya xwe bi rêya vê lînkê bigihînin parêzerên Rêber Apo.”

Ciwanan li Amedê bi daxuyaniyek tecrîd şermezar kirin

Li Amedê Meclîsa Ciwanên HDP’ê tevî dorpêça polîsên dagirker tecrîdê bi daxuyaniyek şermezar kirin. Ciwana diyar kirin ku ew bi têkoşîna xwe tecrîdê vala derxînin.

Back to top button