
Parlamentera serdema berê ya HDP’ê ya girtî Çaglar Demirel di hevdîtina bi malbata xwe re diyar kir ku li dijî polîtikayên zextê dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û dorveger bike.
Parlamentera serdema berê ya HDP ya li 1’emîn Girtîgeha Girtî ya Tîpa F ya Kandirayê, Çaglar Demirel di hevdîtina bi malbata xwe re diyar kir ku li koguşa wan bi saetan lêgerîn hatiye kirin:
Ew ê li dijî polîtikayên zextê dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û dorveger bike.
Çaglar da zanîn ku li girtîgehan pêkanînên kêfî hene.
Duh bêyî mudaxaleyên pandemiyê girtine ser koguşên wan û got
“Li dijî pêkanînên antîdemokratîk, tecrîd û xespa li girtîgehan ez dest bi greva bêdem û dorveger dikim.”