Platforma Rêxistin û Tevgerên Jinan rêzeçalakiyên 8’ê Adarê eşkere kirin

Platforma Rêxistin û Tevgerên Jinan yên Bakûr û Rojhilatê Sûriyê bi daxuyaniyekê rêzeçalakiyên ku wê ji 24’ê Sibatê heta 8’ê Adarê dewam bike.
ji bo roja jinan ya Cîhanî bên li darxistin eşkere kir û tevahî jinên kedkar û Berxwedêr ku bê navber di tevahî qadên jiyanê de tekoşîn dikin silav kirin.

Di bin dirûşmeya ”Bİ VÎN JİNA AZAD EMÊ SİYASETÊN QİRKİRİN ,DAGİRKERÎ Û TECRÎDÊ TÊK BİBİN” Platforma Rêxistin û Tevgerên Jinan yên Bakûr û Rojhilatê Sûriyê rêzeçalakiyên 8’ê Adarê Roja jinan a Cîhanî eşkere kir.

Pilatformê di daxuyniyê de diyar kir ku dê çalakiyê wan ji 24ê Sibatê heta 8ê Adarê dewam bike û wiha gotin:

Tekoşîna me ya jina azad ji dîroka kevnar ve heta roja îro bê navber didome.

Ev meşa dirêj ya tekoşînê îro şax berdaya her aliye cîhanê.

Tesbîta herî li ber çav ew e ku li dijî tekoşîna jinan ya xwebûnê ,siyaset û planên tunekirin, îmhakirin û qirkirinê tê meşandin.

Bernameyên çalakiyên ji bo 8’ê Adarê ev in:

  • Tavahî bajar bi rengên jin bêne xemlandin û silogana kampaniya li pêşiya her bajarekî bê bilindikirn.
  • Civînên gel û semîner li ser mijarê tekoşîan jin bên lidarxistin.
  • Wê di 1 û 2 adarê de festîvala jin bi pêşengtiya Hîlala Zêrîn û desteya çandê were destpêkirin.
  • Panêlek online bi rêxistinê jin wê bê çêkirin.
  • Serdana gundê jinwar bê kirin.
  • Pêşengha wêneyên hevalên şehîd û danîsînê kurt li ser jiyana wan were orgenîze-kirin.
  • Ji aliyê meclisa jin PYD ê semînerek diyalogê di asta sûrî de bê li darxistin di 5 adarê de .
  • Kom xebat di 3 adarê de li kobanê eyn îsa kantona hesekê qamişlo û reqayê wê bêne li darxistin.
  • Ji bo sê rojan dê pwerwerdeya jinan bê destpêkirin.
  • Di roja 8 adarê de wê li kantona/Qamişlo Hesekê Kobanê Şehba Heleb Şam Başûr Libnan û Ewropa/ bi meşên mezin berê xwe bidin qadên mitîngê.
Back to top button