Pêkhateyên Til Temirê: Wê dagirkerî bi yekîtiya me têk biçe

Jinên pêkhateyên Kurd, Ereb û Aşûriyên navçeya Til Temirê bertek nîşanî êrîşên Dewleta Tirk ên li ser heremê dan û pêyama “Dagirker dê bi têkiliyên me yê civakî û dîrokî ya bihêz ” dan. 

Jinên Kurd, Ereb û Aşûrî yên navçeya Til Temirê li dijî êrişên dewleta Tirk ên li ser heremê peyam dan.

Meryem Yaqûb: Em ê rê nedin dagirkeriyê

Ji pêkhateyên Aşûrî Meryem Yaqûb êş, jan û kêfxweşiya vê jiyanê jiya ye wiha behsa têkiliyên civakî dike:

“Civakbûyîn û têkiliyên civakî, bingehê vê jiyanê û xweşiya li ser vê axê ye.

Ez li ser vê axê hatim dunyayê li vir mezin bûm û ji bo parastina axa xwe ma ez ê çawa canê xwe nedim.

Em bi kurd û ereba dibin yek û bi vê hevgirtinê em ê rê nedin dagirkeran ku axa me biçewisînin.”

Gulçîn Mehmûd: Ez ê heta dawî li dijî dagirkeran berxwebidim

Gulçîn Mehmûd a ji pêkhateyên Kurd ku ji sala 1983’an ve li Til Temirê dijî got:

Ez ê heta dawî berxwedanê ji bo xwe esas bigrim.

“Dewleta Tirk çiqas êrîşê xwe zêde bike emê jî berxwedana xwe mezin bikin

Hevgirtin pir girîng e, em hevgirtina xwe xurt bikin, wê encamên erênî derkeve holê.

Heta dayikê wek min û keç û xortên me yê berxwedêr hebin wê nehêlin ev dijmin xewna xwe bicih bîne.”

Erna El-Xideyîr: yê têk biçe wê dagirkerî be

Erna El-Xideyîr ji pêkhateyên Ereb e bi gotina ‘Yê ku têk biçe dagirkerî ye’ wiha got:

“Em bi çanda xwe kurd, ereb û aşûrî bûn yek. Em ê bi hevre êrişên dagirkeriyê vala derdixinin.

Rastiyek wiha jî heye, ne ji pêşengtiya kurdan bûya, îro em ê rihet li ser vê axê nejiyabana.

Wê ew hevgirtina me têk neçe, yê têk biçe dagirker e.”

“Hevgirtî bin û dagirkeriyê biqewitînin”

Back to top button