Ciwanaên Dêrikê piştgirî dan pêngava azadiya Rêber Apo

Li seranserî hêrêmê ji bo piştgiriya bi pêngava “Ji Rêber Abdullah Ocalan re azadî û ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî” çalakî dewam dikin.
Di vê çarçoveyê de ji aliyê tevgerê jinan û ciwanan ve semîner hatin dayîn.

Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekitiya Jinên Ciwan a Dêrikê jî li hola çapxaneya Şehîd Herekol bi armanca piştgiriya bi pêngavê re semînerek li darxistin.

Di semînerê de endamê Tevgera Ciwanên Şoreşger Bager Cûdî diyar kir siyaseta tecrîdê û erişên dagirkeriyê li pêşiya ciwanan nabe asteng ku Rêber Apo azad bikin û got: “Azadiya me bi azadiya Rêber Apo ve girêdayî ye divê em pêngavê bighînin encamê.

Li navçeya Til Temirê civîn li hola Meclisa Malbatên Şehîdan hat lidarxistin.

Endamê tevgera ciwanan Mistefa Elî di civînê de axivî û got:

“Hêzên komploger naxwazin Rêber Apo azad bibe. Em ê weke ciwan tekoşîna xwe ya ji bo azadiya Rêber Apo bi ser bixin.”

Ciwananên Hesekê di çarçoveya pêngavê de panelek lidar xistin

Back to top button