Çalakiyên li dijî tecrîdê û ji bo azadiya Rêber Apo dewam dikin.
Komîteya Tenduristiyê ya Minbicê û jinên Helebê pişgirî da pêngava ji bo azadiya Rêber Apo.
Komîteya Tenduristiyê ya Minbicê û gundên wê bi daxuyaniyekê tecrîda li dijî Rêber Apo şermezar kir û piştgirî da pêngava azadiyê ya ji bo azadiya wî.
Daxuyanî bi amadebûna bijîşk, hemşîre û xebatkarên tenduristiyê li pêşiya nexweşxaneya Firatê hate dayîn.
Di daxuyaniyê de hat diyar kirin ku tecrîdkirina Rêber Apo binpêkirina hemû qanûn û peymanên navneteweyî ye û bang li saziyên navnetewî hate kirin ku bikevin nava tevgerê û destwerdana lezgîn bikin.
Jinên Helebê: Ji bo azadiya Rêber Apo em ê têkoşînê bidomînin
Li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiye yên Helebê jî jinan piştgiriya Pêngava azadiyê ya ji bo Rêber Apo kirin .
Jinan destnîşan kirin ku piştgiriya vê pêngavê ji bo pêkanîna azadiya Rêber APO gelek girîng e û wiha gotin:
“Azadiya me bi azadiya Rêber Apo ve girêdayî ye ev pêngav wê bighêje aramanca xwe.
Bi rêya vê pêngavê em ê dengê xwe bigihînin cîhanê û aliyên têkildar ji bo ku dewleta Tirk a faşîst sûcên li dijî Rêberê me rawestîne.”