Êzdiyên li Hesekê û Şehbayê cejna Rojiya Êzî pîroz kirin

Îro Cejna Êzî ye. Li cihên ku Êzdî lê ne ev cejin tê pîrozkirin. Di vê derbarê de Êzidiyên li Hesekê û Şehbayê cejina Êzî pîroz kirin. Her wiha li Başîka û Behzanê jî Cejna Êzî hat pîrozkirin.

Li seranserê Kurdistan û welatên Êzidî lê hene, Êzidî Cejna Rojiyên Êzî pîroz dikin.

Bi vê boneyê Êzîdiyên li gundên bajarê Hesekê Cejina Êzî pêşwazî kirin û hêvî kirin ku ev cejin aramî û ewlehiyê bi xwe re bîne.

Endama Mala Êzidiyan a herêma Cizîrê Nalîn Reşo got, tevî êrişên li ser herêm û civaka me jî em dev ji urf û edatên xwe bernadin.

Jina bi navê Sîham a ji gundê Gumer jî behsa pêşwazîkirina wan ji cejina Êzî kir û wiha anî ziman:

Her wiha Êzidiyên li Şehbayê cejina Êzî bi serdana li guristana Şehîdan a li navçeya Ehresê pêşwazî kirin.

Li goristanê merasîmeke hat lidarxistin û geleke kes cejina Êzî pîroz kirin û gotin:

Em bi hêviya vegera li warê xwe vê cejinê pîroz dikin û banga aştiyê dikin.

Back to top button