Îro Cejna Êzî ye. Li cihên ku Êzdî lê ne ev cejin tê pîrozkirin.
Di vê derbarê de li Başîka û Behzanê Cejna Êzî pîroz kirin.
Li seranserê Kurdistan û welatên Êzidî lê hene, Êzidî Cejna Rojiyên Êzî pîroz dikin.
Êzidiyên li bajarokê Behzan û Başîka yên Musilê cejna xwe pîroz kirin.
Li her du deveran di saetên sibehê de Êzdidî çûn ser goristanan û xêr belavkirin.
Piştî vegeriyan serdana hev kirin û cejna hev pîroz kirin.
Êzidiyan diyar kirin ku piştî êrişên DAIŞ’ê, ew niha carek din li ser axa xwe jiyan dikin.
Û bi dilxweşî pêşwazî li rojên xwe yên pîroz dikin.