Di xwepêşandanên li Sûdanê de jimara kesên hatin kuştin gihişt 74’an

Li Sûdanê bîlançûya li dijî darbeya ku 25’ê Cotmehê pêk hatî giran dibe. Doh careke din Sûdanî ji bo nerazîbûna xwe ya li dijî darbeyê nîşan bidin, xwepêşandan pêk anîn. Hêzên artêşê êrişî xwepêşandêrankirin û 2 kes kuştin.

Di xwepêşandanên doh li paytext Xartûmê de 2 kesên din jî jiyana xwe ji dest dan.

Bi vê yekê re jimara xwepêşandêrên ku di êrişan de hatine kuştin gihişt 74’an.

Yekitiya Doktorên Sûdanê bi daxuyaniyekê ragihandin ku hêzên ewlehiyê bi guleyên rastî û bombeyên gazê êrişî xwepêşandêran kiriye.

Di encamê de kesek ji sînga xwe û kesek jî ji serê xwe birîndar bûye.

Komeleya Bijîşkên Sûdanê got,

“Gelê me mafê xwe yê protestoyê bi awayekî aştiyane bi kar tîne.

Lê ev maf ji aliyê hêzên ewlekariyê ve bi awayekî herî tund tên cezakirin.”

Hefteya borî Amerîka reftarên tund ên hêzên ewlehiyê yên di xwepêşandanên Sûdanê de şermezar kiribû û ragihandibû ku wê tedbîrên zêde ji bo kiryarên tundûtûjiyê werin standin.

Piştî darbeya leşkerî ya 25’ê Cotmeha 2021’an ku ji aliyê Fermandarê Artêşê Ebdulfeteh el Burhan ve pêk hat, li welat rewş aloz bû.

Ji wê demê ve hata niha xwepêşandan têne lidarxistin.

Back to top button