Serokê Meksîka Obrador: Êdî bese durûtî û xapandin

Serokê Maksîkayê Andres Manuel Lopez Obrador civîna Cop 26 rexne kir û got:
“Civîn ji bo parastina hawîrdorê ye, lê hêzên herî mezin ên cîhanê lê dicivin ku hilberandina petrolê zêde dikin, êdî bes e durûtî û xapandin.”

Serokê Maksîkayê Andres Manuel Lopez Obrador civîna avhewayê ya Cop 26 şiband komxebata aborî ya cîhanê ya li Davosê pêkhatî û wiha got:

“Gelo civînên Davos, teknokrat û lîbralên nû tên bîra we ku li otelekê li Siwîsrayê her sal li dar dikeve û tê de pisporên warê aborî û siyastê yên cîhanê kom dibin.”

Obrador got,

Li Glasgow hêzên cîhanê yên herî mezin kom dibin.
Di heman demê de ev welat hilperîna petrolê zêde dikin.
Tevî ku ev civîn jî ji bo parastina hawîrdorê li dar dikevin.

Serokê Meksîkayê got,

“Êdî bes e durûtî. Divê em şerê newekheviyê bikin ku ez ê di serdana xwe ya li NY de behsa wê bikim. Ger em dixwazin hawîrdorê biparêzin divê em biryaran bigirin û kar bikin, ne tenê daxuyaniyan bidin.”

Back to top button