Salvegera 33. a komkujiya Serdeştê

Weke îro, Rejîma Beis a Iraqê berî 33 salan, bajarê Serdeşt ê parêzgeha Urmiye yê Rojhilatê Kurdistan û gundên derdora wê, kîmyabaran kirin. Di encamê de, 110 Kurd şehîd bûn û zêdetirî 8 hezar kes jî birîndar bûn.

33 sal derbas bûne, hîn jî şênî û jîngeha bajarê Serdeştê yê Rojhilatê Kurdistanê êşa kîmyabaranê dikişînin.

Sureya Hisênî ku yek ji qurbanên kîmyabaranê bû, diyar kir ku destpêkê dengekî bilind hat, piştre bêhnek li bajêr belav bû. Her kes bi aliyekî de baz dida, hinan berê xwe da çiyê, hinan jî da deştê.

Sureya da xuyakirin ku, Serdeşt gelek caran dihat topbarankirin û jiyana şêniyan di metirsiyê de bû.

Qurbana kîmyabaranê Sureya Hisênî hêviya xwe anî zimên ku ti zarokekî Kurd, êşan nejî û bikaranîna çekên kîmawî bi dawî bibe.

28 Hezîrana 1987’an, balafirên rejîma Beis a Iraqê, bi behaneya şerê li dijî rejîma Îranê, bajarê Serdeşt ê Rojhilatê Kurdistan û gundên derdorê, 7 caran kîmyabaran kirine.

Di encamê de, 110 Kurd şehîd bûn 8 hezar û 25 kes birîndar bûn.

Ji bilî vê komkujiya sosret, Rejîma Beis a Iraqê ji sala 1980 heta 1987’an, 196 caran çekên kîmawî li dijî Rojhilatê Kurdistanê bi kar anîne.

Back to top button