Artêşa Tirk a dagirker şêniyên gundê Til Exder dide koçberkirin

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên xwe guhertina demografiya herêmên dagirkirî didomîne. Çeteyan gundê Til Exder ê “Kurdan” dorpêç kirine û bi darê zorê şêniyên gund didin koçber kirin.

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên xwe, li herêmên ku dagirkirî sûcên mirovahî dike..

Dagirkeriya Tirk ji bo tirkirina herêmên sûriyê, guhertina demografî xistiye dewreyê.

Li Girê Spî ya dagirkirî, şêniyên wê bi darê zorê dide koçberkirin..

Navenda Belgekirina Binpêkirina li Bakurê Sûrî diyar kir ku çeteyên Tiriyê, li gundê Til Exder ê “kurdan” dorpêç kirine.

Çeteyan ji bo şêniyên wê ji gund derkevin demek ji bo wan diyarkirine û yên di dema diyarkirî de dernekevin wê bên girtin..

Li gorî çavkaniyên herêmî li gund 950 malbat hebûn, tenê 8 malbat ji gund derneketine.

Berî niha jî dewleta Tirk a dagirker av û kehrebe li ser vî gundî qut kiribûn..

Ev hemû sûc û binpêkirinên hovane yên dagirkeriya Tirk bi bêdengiya hêzên navneteweyî pêk tên…

Back to top button