Artêşa Tirk li navçeya Bazîd a Agiriyê zarokê 15 salî ku pezê xwe diçêrand, birîndar kir

Artêşa Tirk a dagirker li navçeya Bazîd a Agiriyê zarokê 15 salî yê bi navê Hamît Angîn ku pezê xwe diçêrand, birîndar kir.

Leşkeran 6’ê Tîrmehê roja Sêşemê saet 18:00’an li bejahiya nêzî Gundê Gungoren ê girêdayî navçeya Bazîd a Agiriyê derketiebûn operasyonê gule li zarokekê reşandin û ew birîndar kir.

Zarokê bi navê Hamît Angîn ê 15 salî ku dema pezê xwe diçêrand bi guleya leşkeran birîndar bû.

Leşkeran Aggîn ê birîndar kir, rakir Nexweşxaneya Dewletê ya Bazîdê. Piştî mudaxeleya yekem a li vir û şûnde sewqî Nexweşxaneya Dewletê ya Agiriyê kirin.

Back to top button