Di êrişa terorî ya li ser gundekî eyaleta katsîna ya Nîjerya de 18 kes hatin kuştin

Li gundê Tsauwa yê eyaleta Katsîna yê Nîjerya di encama êrişeke çekdarî de, 18 kes hatin kuştin.

Li gorî şahidên bûyerê, di êrişê de 14 cenaze dîtine.

Piştre jî ji nava kesên birîndar 4 kes mirine û jimara giştî jî derketiye 18’an.

Polîsên eyaleta Katsîna jî ragihandin ku birîndarek li nexweşxanê tê dermankirin û kesên jiyana xwe ji dest dane jî hatine veşartin.

Komên terorîst agir bi mal û depoyên xwarinê xistiye.

Her wiha lawirên biçûk û yên mezin ji desteser kirine.

Komên terorîst di 5’ê Tîrmehê de, li gundê Marmara yê eyaleta Kadûna êrişî cihê razanê yê xwendevanên dibistana Amedeyî kiribû.

Di encamê de, 140 xwendevan hatibûn revandin.

Polîsên herêmê jî ji bo rizgarkirina xwendevanan dest bi oparasyonê kirine.

Back to top button