Ji bo danûstandinan şandeyek Talîban û Efxanistanê li Îranê ne

Di vê dema ku şer li herêmê û li Efxanistanê dijware, danûstandinên navbera aliyan jî didome. Berdevkê Talîbanê ragihand ku şandek wan bi vexwendinek fermî serdana Îranê kirine.

Şandek Efganistan û Talîban gihiştine Îranê û tê payîn bi rayedarên Îranê re bicivin.

Berdevkê Talîban Mihemed Neîm ragihand ku şande bi fermî ji aliyê desthilata Îranê ve hatiye vexwendin.

Wezareta Karê Derve ya Îranê jî da zanîn ku bang ji bo danûstandinên di navbera Efganan de ya bi amadebûna nûnerên dewleta Efganistanê ye.

Wezaretê daxuyakirin ku şandeya Talîban bi mêvandariya Îran li avahiya Wezareta Derve wê bicivin.

Li gorî daxuyaniyê wê Wezîrê Karê Derve yê Îranê Mihemed Cewad Zerîf û sekreterê giştî yê Rojava yê asayîşa Wezareta Derve ya Îranê Resul Musewî di civînê de amadebin.

Heta niha li ser naverok û armanca civînê ti daxuyaniyek nehatiye dayîn.

Back to top button