Kurtefilmek li ser serhildana ‘Jin, Jiyan, Azadî’ tê çêkirin

Li ser Serhildana ‘Jin, Jiyan, Azadî’ kurtefilmek bi navê ‘Sound Rise’ tê çêkirin.
Biryare ku di salvegera Serhildana li Rojhilatê Kurdistan û Îranê fîlm were weşandin.
Li aliyê din bi nêzbûna salvegera Serhildanê re dewleta Îranê hêzeke zêde ya leşkerî şandiye Kurdistan û Belûcistanê.

Di 16’ê Îlona sala 2022’yan de jina Kurd Jîna Emînî li Tehranê bi hinceta ku porê wê xwuya dike ji aliyê hêzên Îranê ve hate kuştin.

Ev yek bû sedema nerazîbûn û xwepêşandanên gelek mezin.

Li seranserê Rojhilatê Kurdistanê û Îranê Serhildana ‘Jin, Jiyan, Azadî’ destpê kir û belavî cîhanê bû.

Bi boneya nêzbûna salvegera serhildana ‘Jin, Jiyan, Azadî’ kurtefilmek bi navê ‘Sound Rise’ tê çêkirin.

Kurtafîlma ku li ser serhildanê ye biryare di salvegera xwepêşandanan de were nîşandan.

Kurtefîlm qala çîroka 2 qurbaniyên serhildanê dike

film ji aliyê Derhêner Fiya Yunis û Hewar Farisewî ve hatiye çêkirin û qala çîroka du qurbaniyên Serhildanê dike.

Li filîmê de her du kes di zîndanê de têne êşkencekirin û destdirêjî lê wan tên kirin.

Tê payîn di demek nêzîk de fragman kurtefilmê were belavkirin.

Îran hêzên xwe dişîne Kurdistan û Belûcistanê

Li aliyê din bi nêzbûna salvegera serhildanê re hêzên Îranê zextên xwe hîn zêdetir kir.

Hate hînbûn ku Îranê sewqiyata leşkerî ber bi Kurdistan û Belûcistanê ve şandiye.

Her wiha gelek bajaran jî gelek kes binçav kirine.

Li gor agahiyan di nava hefteyekê de herî kêm 70 jinên aktîvîst hatin binçavkirin.

Back to top button