“Ger PKK nebe wê di nava 2 rojan de Kurdistan were dagirkirin”

Bertekên gelê başûrê Kurdistanê yên li dijî êrîşên dewleta Tirk a dagirker her diçe zêde dibe.
Xizmên qurbaniyên xwepêşandanên salên borî yên li Başûrê Kurdistanê piştgiriya xwe ji bo berxwedana gerîla ya dijî dagirkeriyê nîşan da û gotin, nabe ku li dijî PKK’ê şer werew kirin.

Êrîşên dagirkeriya dewleta Tirk a ser xaka Başûrê Kurdistanê bê navber dewam dike.

Nerazîbûnên li hemberî helwesta PDK’ê û êrîşên dewleta Tirk roj bi roj zêde dibin.

Xizmên qurbaniyên di xwepêşandanên salên borî yên li Başûrê Kurdistanê bi destê çekdarên PDK’ê şehîd bûne, behsa berxwdana gerîla û êrîşan kirin.

Bavê şehîd Germiyan ê ku di xwepêşandana 17’ê sibata 2011’an de şehîd bû, Ehmed Sabir ji Rojnewsê re axivî û got ku PKK ji bo xelkê, azadî û welat têdikoşin û nabe şerê wê were kirin.

Helo Yehya birayê şehîd Edhem ê ku di xwepêşandana par de li Çemçemalê şehîd bû anî ziman ku berxwedana gerîla ji bo Kurdistanê ye, ger PKK nebe wê di nava 2 rojan de Kurdistan ji aliyê Tirkiyê ve were dagirkirin.

Back to top button