Ciwanên Şoreşger ên Minbicê: Dewleta Tirk dexwaze bi êrîşan welatiyan bitirsîne û koçber bike

Ciwanên Minbicê êrîşên dewleta Tirk û çeteyên wê yên li ser herêmê û li ser başûrê Kurdistanê bi daxuyaniyekê şermezar kirin.

Daxuyanî ji aliyê Hevseroka Tevgera Ciwanên Şoreşger Hedîl El-Hec Casim li parka Yekitiya Werzîşê a Minbicê hate dayîn.

Di destpêka daxuyaniyê de êrîşên li ser herêmê û li ser başûrê Kurdistanê hatin şermezar kirin.

Di daxuyaniyê de hat diyar kirin ji dema Bajarê Minbicê hatiye Rizgarkirin dewleta Tirk êrîşan li ser bajêr berdewam dike da welatiyan koçber bike.

Hat diyar kirin ew weke Ciwanên Şereşger wê têkoşîna li dijî her êrîşan bilind bikin gel û destkeftiyên xwe biparêzin.

Di dawiya daxuyaniyê de bang li gel hat kirin ku tevlî Pêngava Cenga Azadiyê bibin.

Back to top button