Li Îranê 48 kesên din li qurbanên vîrûsê zêde bûn.
Li Îranê di 24 saetên dawî de 48 kesên din bi vîrûsa Coronayê jiyana xwe ji dest dan û 2 hezar û 102 kesên din pê ketin..
Bi van daneyan re heta niha li Îranê bi giştî 116 hezar û 630 kes bi vîrûsê ketine û 6 hezar û 902 kes mirine.
Rewşa 2 hezar û 727 kesan jî xerab e.