HPG’ê şehîd Peyman, Agirî û Çavrê bi bîr anîn

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê 3 gerîlayên şehîd Peyman, Agirî û Çavrê di salvegera şehadeta wan de bi bîr anî û got, “Mîrateya têkoşînê ya van hevrêyên me yên hêja, wê teqez bi serketinê bêne tacîdarkirin.”

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê 3 gerîlayên şehîd Peyman, Agirî û Çavrê bi daxuyaniyekê bi bîr anî.

HPG’ê da zanîn ku hevrêyên wan Peyman Bagok, Agirî Gabar û Çavrê Cîlo bi dilsoziya felsefeya azadiyê ya Rêber Apo û sekna jinê ya azad, 12’ê Mijdara 2019’an di êrişên dewleta Tirk de şehîd bûn.

HPG: Peyman bi nirxên berxwedanê yên Kurdistanê mezin bû

Di daxuyaniyê de HPG’ê derbarê şehîd Peyman Bagok de wiha anî ziman:

Hevrêya me Peyman a ku li gundê Fitnê yê Dêrikê li nava malbata Mercan ji dayik bû, bi dilsoziya bi nirxên bexwedanê yên Kurdistanê û kedê mezin bû.

Peyman weke gerîlayeke pêşeng li ser rêya Rêber Apo meşiya, xwe bi kedê afirand û kêliyên bêhempa ava kir.

HPG: Heval Agirî li gel hevrêyên xwe mil bi mil têdikoşiya

HPG’ê diyar kir ku hevrêya wan Agirî Gabar ji eşîra Botî ya welatparêz e û li gundê Gordila yê Şirnexê ji dayik bû.

Hevrê Agirî dijmin fêhm kiribû û ev têgihiştina wê kir ku li gel hevrêyên xwe, mil bi mil têbikoşe û xwe ji nû ve biafirîne.

HPG: Hevrê Çavrê bi îradeya xwe ya mezin tevlî nava gerîla bû

Her wiha HPG’ê anî ziman ku hevrêya wan Çavrê Cîlo li Amedê ji dayîk bûye û ji ber xwestek, îradeya xwe ya mezin û bi tercîheke nû ya jiyanê tevlî nava refên gerîla bû.

Nasnameya her 3 gerîlayên şehîd wiha ye.

Nasnav: Peyman Bagok
Nav paşnav: Hulya Mercan
Cihê jidayikbûnê: Mêrdîn
Dayik: Sureyya
Bav: Îzzettîn
Dem û cihê şehadetê: 12’ê Mijdara 2019 / Herêmên Parastinê yên Medyayê

Nasnav: Agirî Gabar
Nav paşnav: Xezal Temel
Cihê jidayikbûnê: Şirnex
Dayik: Ayşe
Bav: Îbrahîm
Dem û cihê şehadetê: 12’ê Mijdara 2019 / Herêmên Parastinê yên Medyayê

Nasnav: Çavrê Cîlo
Nav paşnav: Hêlîn Karadenîz
Cihê jidayikbûnê: Amed
Dayik: Rahîme
Bav: Veysî
Dem û cihê şehadetê: 12’ê Mijdara 2019 / Herêmên Parastinê yên Medyayê

Back to top button