Şehîd Şiyar Denîz bi merasîmekê li Şehbayê hat oxirkirin

Cenazeyê şervanê HRE’yê Xelîl Hiso (Şiyar Denîz) bi merasîmekê li goristana Şehîdên Berxwedana Serdemê hate veşartin.

Bi sedan şêniyên Efrîn û Şehbayê cenazeyê şervanê Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) Xelîl Hiso (Şiyar Denîz) spartin axê. Şiyar Denîz di 25’ê Tebaxa 2021’an de li herêma Efrînê, dema li ser erka xwe bû, gihîşt şehadetê,

Girse cenazeyê şehîd ji pêşiya nexweşxaneya Avrîn a bajarokê Fafînê wergirtin û bi karwanekî ber bi goristana Berxwedana Serdemê ya li navçeya Ehrisê ya kantona Şehbayê ve oxir kirin.

Li goristanê piştî merasîma leşkerî,, ji rêveberên Meclisa Malbatên Şehîdan a Kantona Efrînê Xedîce Îbo sersaxî ji malbata şehîd re xwest û got:

“Dema peyva şehîd tê gotin azadî û aştî tê bîra me. Dijmin jî bi hemû rêbazan êrişî me dike da ku nehêle em bi azadî û rûmetî bijîn. Şehîd dibêje ‘bêyî zarokên xwe dikarim bêjim lê nikarim bêyî welat bijîm’. Ev yek hêz û bawariya me xurttir dike.”

Xedîce soza şopandina xeta şehîdan da.

Li ser navê Rêveberiya Xweser a Herêma Efrînê, hevserokê Desteya Ciwan û Werzîşê Mihemed Wesyî jî got: “Welat bi xwîna şehîdan tê avdan, ne wisa be em ê têk biçin. Madem fedekarên welat hene teqez em ê bi rûmet bijîn.”

Paşê nasnameya şehîd hate xwendin û radestî malbatê hate kirin.

Bavê şehîd Şiyar, Murad Hiso diyar kir şehîd Şiyar  bê teredud di pêkanîna erka xwe ya li hemberî welat de li pêş bû.

Di dawiya merasîmê de şehîd di nava sloganan de hat veşartin.

Back to top button