Li goristana şehîdan a li bajarokê El-Cidêdat a rojhilatê Reqayê, bi merasîmeke girseyî cenazeyê endama Asayîşa-Jin Sîham El-Şenan hat oxirkirin.
Endama Asayîşa-Jin Sîham El-Şenan roja Înê, dema ku şehîdekî hêzên Asayîşê li bajarokê Keramê yê rojhilatê Reqayê oxir dikir, çeteyên DAIŞ’ê bi mayînan êrîşî karwaneke erebeyên wan kir û şehîd bûye.
Piştî merasîmên leşkerî, sersaxî ji malbata şehîd re hat xwestin û soza şopandina xeta şehîdan hat dubarekirin.
Piştre Meclisa Malbatên Şehîdan a Reqayê bawernameya şehîd Sîham radestî malbata wê kir û girseya gel di nava slogagnên dilsoziya bi şehîdan re, şehîd Sîham El-Şenan spartin axê.



