Li aliyê din Hêzên Ewlekariya Hundirîn bi daxuyaniyekê nasnameya endamekî xwe yê bi navê Ehmed El-Mişan ku şehîd bûye, eşkere kir.
Navenda Ragihandina Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn di daxiyaniya xwe wiha got:
“Endamê me Ehmed El-Mişan duh li herêma koçerata ya kantona Qamişlo dema li ser erka xwe bû, gihaşt asta şehadetê.”
Di daxuyaniyê de, Navendê sersaxî ji malbata şehîd re xwest û soz şopandina riya şehîdan da.
Li gorî daxiyaniyê nasnameya şehîd wiha ye:
- Navê û paşnav: Ehmed El-Mişan
- Navê bav: Mihemed
- Navê dayikê: Meryem Selmo
- Cih û dîroka tevlêbûnê: Koçerat, 04.08.2021
- Cih û dîroka şehadetê: Koçerat, 29.07.2022