Li Lîbya..zevî û bendergehên petrolê jinûve dest bi kar dikin

Piştî lihevkirina di navbera Hefter û Mi’êtîq li ser hinardekirina petrolê de, berdevkê artêşa niştimanî Ehmed El-Mismarî diyar kir ku Serac û çeteyên li Terablusê li dijî vê lihevkirinê derdikevin, ji ber ku ev lihevkirin, dawî li berjewendiyên wan tîne.

Duh Dezgeha Niştimanî ya Petrolê li Lîbyayê, rakirina hêzê ji ser zevî û bendergehên petrolê, ragihand.

Dezgehê, bi daxuyaniyekê diyar kir ku wan biryara jinûvedestpêkirina derxistina petrolê ji hemû şîrketên li welêt re şand.

Di daxuyeniyê de hat gotin ku tenê zeviyên ku çete lê hene, yên ku karê dezgeha niştimanî ya petrolê asteng dikin, nakevin xizmetê.

Serokê dezgehê Mustefa Sen’ellah destnîşan kir ku, xema wan a sereke niha, destpêkirina hinardekirina petrolê bi awayekî ku ewlehiya karmendan diparêze.

Duh fermandarê giştî yê artêşa niştimanî Xelîfe Hefter û cîgirê serokatiya Meclisa Serokatiyê ya girêdayî Wîfaqê Ehmed Mi’êtîq, li ser jinûvedestpêkirina hinardekirina petrolê, peymanek îmze kiribû.

Wezareta derve ya Rûsya, li ser zimanê berdevka xwe Maria Zaxarova ev biryar erênî nirxand û ew weke gava destpêkê ji bo lihevkirina aliyên Lîbî bi nav kir.

Mismarî: Serac û komên Terorîst, li dijî peymana petrolê ne

Di heman çarçoveyê de, berdevkê artêşa niştimanî Ehmed El-Mismarî teqez kir ku, tenê serokê hikumeta Wîfaqê Fayiz Serac û komên terorîst, lihevkirina petrolê red dikin.

El-Mismarî got:

Lihevkirina petrolê gava yekemîn li ser rêya çareseriyeke giştî ji bo aloziya Lîbyayê ye.

Ehmed El-Mismarî destnîşan kir ku çeteyên Terablusê vê peymanê red dikin, ji ber ku ev peyman bandorê li berjewendiyên wan dikin, nexasim piştî ku wan dest danî ser banka Lîbya ya navendî û dezgehên dewletê yên li Terablusê.

Berdevkê artêşa niştimanî Ehmed El-Mismarî diyar kir ku çeteyên dewleta Tirk û Qeterê, rê neda Mi’êtîq ku civîna çapemeniyê li dar bixe û bi ser mala wî de girt.

Back to top button