Pentagon: Li Iraq û Sûriyê 46 êriş li dijî hêzên Koalîsyonê pêk hatin

Amerîka û hêzên koalîsyonê yên li Sûriye û Iraqê ji êrişan xelas nabin.
Wezareta Parastinê ya Amerîka Pentagonê ragihand ku ji gurbûna şerê Hemas û Îsraîlê heta niha 46 caran êrişî hêzên koalîsyonê hatiye kirin.
Di wan êrişan de, 56 leşker birîndar bûne.

Di nava 24 rojên dawiyê de, 46 caran êrişî navnedên koalîsyona bi pêşengtiya Amerîka li Sûriye û Iraqê hate kirin.

Piştî şerê navbera Hemas û Îsraîlê, êrişên li ser navendên koalîsyonê yên li van welatan zêde bûne.

Cîgira Berdevka Wezareta Parastinê ya Amerîka (Pentagon) Sabrina Singh ev yek di civîna çapemeniyê de eşkere kir.

Sabrina Singh diyar kir ku di navbera 17’ê Cotmehê û 9’ê Mijdarê de 46 êrîşên bi balairên bêmirov û roketan li dijî hêzên wan yên li Sûrye û Iraqê pêk hatiye.

Pentagon: 56 leşker birîndar bûne

Singh da zanîn ku ji van êrîşan 24 li Iraqê û 22 jî li Sûriyê pêk hatiye.

Her wiha diyar kir ku di encama êrîşan de 56 leşker birîndar bûne.

Cîgira Berdevka Pentagonê dazanîn ku hemû leşkerên birîndar hatine dermankirin û vegeriyane ser erka xwe.

Li Iraqê êrişî hêzên Amerîka hate kirin

Hîna daxuyaniya Pentagonê neketî ajansên nûçeyan, li Musilê êrişî hêzên Têkoşîna Dijî Terorê yên Amerîka û Iraqê hate kirin.

Li gorî nûçeya Reutersê, di dema derbasbûna konvoya hêzên Têkoşîna Dijî Terorê yên Amerîka Iraqê de teqîn çêbûye.

Hate ragihand ku zirar gihiştiye wesayîtên zirxî, lê tiştek bi kesê nehatiye.

Singh bi bîr xist ku DYA şeva 8’ê Mijdarê bi du F-15’an depoya çekan a ku Artêşa Pasdarên Şoreşa Îranê û komên milîs ên bi piştgiriya Îranê li rojhilatê Sûriyê bi kar dianîn kir armanc.

Singh careke din Îran ji êrişên li ser navendên xwe berpirsyar nîşan da û bang li Tehranê kir ku ji bo rawestandina êrîşan tedbîran bigire.

Amerîka û Îsraîlê li Sûriyê êrişî çekdarên Îranê kir

Back to top button