Pentagon: Li Sûriye û Iraqê 45 leşker û karmendên me birîndar bûne

Hêzên Amerîka yên li Iraq û Sûriyê bûne armanca êrişan.
Wezareta Parastinê ya Amerîka (Pentagon) ê ragihand ku di nava 20 rojên dawiyê de, li Iraq û Sûriyê 45 leşker û karmendên wan birîndar bûnbe.

Wezareta Parastinê ya Emerîkayê (Pentagon) têkildarî mijarê daxuyaniyek belav kir.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku ji 17’ê Cotmehê ve 38 caran li Iraq û Sûriyeyê êrişî hêzên wan hatiye kirin.

Her wiha hate diyarkirin ku di encama êrişan de herî km 45 leşker û karmendên Amerîkayê birîndarbûne.

Di saetên berbanga siharê de dengê teqînên mezin li Hewlêrê hatin bihîstin.

Tê gotin bi dironan êrişî baregeha Hêzên Hevpeyman ya li balafirxaneya Hewlêrê hatiye kirin.

Lê gorî agahiyan êriş bi çar dironan pêkhatiye, ji ber êrişê konsolxaneya Amerîka ya Hewlêrê zengila hişyariyê lêdaye.

Piştre bi rêya sîstema parastinê her 4 diron hatine îmhakirin.

Piştî şerê Îsraîl û Hemasê ku 7’ê Cotmehê destpê kir, çekdarên tê îdiakirin ku yên Îranê ne, li Libnan, Iraq û Sûriyê bi moşek û balefirên bêmirov êrişî baregehên leşkerî yên Amerîkayê yên li Iraq û Sûriyeyê kirin.

Back to top button